Ti zirarek bi deriya Îbrahîm Xelîlê neketiye

ti zirareke canî ya bûyerê nebûye
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê danê êwarê li ber deriya sînorî ya Îbrahîm Xelîlê agir bi tirimbîlekê ket, hatûçû li deriyê bo demekê hate rawestandin.

Piştî bûyerê bi demeke kêm, rayedarên deriyê sînorî daxuyaniyek pêşkêşî raya giştî kirin û ragihandin ku di bûyerê agir pêketinê de, ti zirarên canî çê nebûne û herwiha ti zirarek jî bi deriyê neketiye û hatûçû bi awayeke normal berdewame.

Hate zanîn ku tirimbîla ku agir pêketiye, barê wê madeyên gazî û madeyên gazdar bûye û jiber bilind bûna pileya germî agir girtiye.

Weke tê zanîn duhê jî wezareta navxwe ragihandibû ku bi qasî 7 rojan hatûçûya torîstan li deriya Îbrahîm Xelîl hatiye rawestandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.