Zêdetir ji 300 kesan bi Koronayê ketin

heta niha 574 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatan de 348 kesên din ku 244 ji wan li Hewlêrê ne bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 114 kes baş bûne û 14 kes jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 14 hezar û 816 kes bi Koronayê ketine, 9 hezar û 413 kes baş bûne û 574 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.