Wezareta petrolê ya Îraqê dahata Tîrmehê ya petrola Îraqê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya wezareta petrola Îraqê, rixmî kêm kirina deranîn û henarde kirina petrolê di Tîrmehê de, lê dahata petrolê di Tîrmehê de zêde bûye.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye eşkerekirin ku di Tîrmehê de dahata giştî ya petrola Îraqê 3 miliyar û 487 miliyon û 139 hezar dolar bûye.
Di meha Hezîranê de dahata Îraqê ya petrolê tenê 2miliyar û 616 dolar bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin