Îsraîl: Em li sê welatên li hember Îranê diwestin

dibêje cîhê destê îstîxbarata me di teqînên Îranê de diyare
کوردستان TV
100%

Birêveberê projeya ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê ya ser bi navenda Heqîqe dibêje Îsraîl li sê welatan li hember Îranê diweste.

Birêveberê projeya ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê Benjamîn Will eşkere kiriye ku Îsraîl di warê siyasî, îstîxbaratî û leşkerî de li sê welatan li hember Îranê diweste û rê nade ku çarçoveya desthilatê Îranê li deverê de zêde bibe.

Benjamîn Will herwiha aniye ziman ku Îsraîl li Sûriye, Libnan û navxweya Îranê li hember Îranê diweste û rê nade ku desthilat û bandora Îranê li deverê de zêdetir bibe.

Will diyar kiriye ku di warê siyasî de bi awayeke eşkere Îsraîl li hember Îranê diweste li di warê siyasî û îstîxbaratî de kar û çalakiyên Îsraîlê li dijî Îranê nihênî ne.

Nav hate balkêşandiye ser teqînên wan demên dawî li Îranê de û diyar kiriye ku cîhê destê îstîxbarata me di wan teqînan de diyare.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.