Balefirgehên Kurdistanê hatin vekirin

lazime şîretên xweparêziyê cîhbicîh bikin
کوردستان TV
100%

Îro bi fermî balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Silêmanî hatin vekirin û welatî dikarin bi cîhbicîh kirina mercan sefer bikin.

Birêveberatiyên her du balefirxaneyan daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniyê de eşkere kirine ku ji roja 1ê Tebaxê ve, her du balefirxane li gel balefirgehên din yên Îraqê hatine vekirin û welatî dikarin bi cîhbicîh kirina şîret û rêkarên xweparêziyê bi rêya balefirgehan seferan bikin.

Herwiha lazime welatî beriya sefer kirinê cerbandina nûjdarî ya Koronayê PCR bikin.

Herwiha welatiyên biyanî yên ku serdana Kurdistanê dikin lazime beriya 48 seatan, cerbandina PCR kir bin.

Welatiyên biyanî yên ku serdana Kurdistanê dikin lazime bi qasî 14 rojan xwe qerentîne bikin lê karsaz û bazirgan piştî cerbandinê xwe qerentîne nakin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.