Hizbulaha Îraqê eşkere kiriye ku Serokwezîr Mistefa Kazimî asankarî bo kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kiriye.
Berpirsê ewlekariya hizbulaha Îraqê Ebû Elî Eskerî li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyamek belav kiriye û tê de nivîsandiye: Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo kuştina Fermandarê spaha Qudis ya Îranî Qasim Silêmanî û Fermandarê çekdarên heşda şebî Ebû Mehdî Muhendisê ji aliyê Amerîkayê ve, asankarî kiriye.
Nav hatî eşkere kiriye ku bi stendina toleya Silêmanî û Muhendis cejn bi awayek pîroz dikin ku hêjayê wan be.
Ew berpirsê hizbulahê diyar kiriye ku ne Mistefa Kazimî û ne kesên ku yên ku di kuştina Silêmanî û Muhendis de rola wan hebûye, tên cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin