Misir li Idlibê li dijî Tirkiye piştgîriya Sûriyeyê dike

duhê jî Îran çekdarên xwe şandibû deverê
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên herêmî Misir bo piştîvanî kirina rejîma Esed hêzeke leşkerî şandiye Îdlibê.

Li gor jêderên herêmî hikûmeta Misirê bo piştîvanî kirina rejîma Beşar Esed hêzeke leşkerî şandiye gundewarên Başûrê Îdlibê.

Şer û aloziyên Îdlibê yên di navbera Tirkiye, cîhadiyên Tirkiyeyê û rejîma Sûriye û Rûsyeyê piştî agirbestê hinek kêm bibûn lê di wan demên dawî de tevahiya aliyan li Îdlibê amadekariyên şereke mezin dikin.

Sûriye hêzeke zêdetir şandiye Başûrê Îdlibê û Misir jî li ser daxwaza Îranê hêzeke leşkerî bo piştîvanî kirina Esed şandiye deverê, ev di demekê deye ku duhê Îran jî hijmareke zêde çekdarên xwe yên li Ebûkemal li Başûrê Sûriyeyê şandibû Îdlibê.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.