Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, ew çend roje spaha pasdaranya Îranê dest bi çê kirina cade û navendeke leşkerî li çiyayê Dalahu kiriye.
Ajansa kurdpa belav kir ku spaha pasdaran ya Îranê bo çê kirine navendeke leşkerî li çiyayê Dalahu dest bi çê kirina cadeyê kiriye û di dema çê kirina navenda leşkerî û cadeyê de hijmareke gelek zêde dar ji aliyê spaha pasdaran ve hatine birîn û qutkirin.
Çiyayê Dalahu ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê, di dawiya zincîre çiyayê Şaho daye û nêzî Kirmaşanê ye û cîheke pîroze bo Kurdên Yarsan.
Darên li wê çiyayê darên mazî, berû, kezivan, Giwêj, hermiyên kovî û çend coreyên dinin ku bi awayekî xwerisk çê bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin