DIŞI dîsa êrîşî artêşa Îraqê kir

4 leşkerên Îraqî jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdst direngiya şeva derbasbûyî li Xaneqînê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzeke artêşa Îraqê kirine.

Jêderên ewlekarî eşkere kirine ku di encama êrîşa han de yaku nêzî gundê Şîrêk ya li Xaneqînê pêk hatiye, leşkerek hatiye kuştin û 4 leşkerên din yên Îraqî jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de terorîstên DIŞIê liv û tevgerên xwe li deverên Kurdistanê yên derveya îdareya Kurdistanê zêdetir kirine û rojane êrîşî ser xelk û artêşa Îraqê dikin û artêşa Îraqê jî nikare ewlekariya wan deveran biparêze.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.