Jiber koça dawî ya xuşka Serokê kilîseya Keldanî ya li Îraq û cîhanê Serok Barzanî peyameke sersaxî da Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Mar Louis Rofaîl Sako
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê
Birêz Kardînal Mar Louis Rofaîl Sako
Mixabin nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz xanim (Samire Rofaîl Sako) gihîşt me.
Bi vê minasebetê sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim xwedê jêraziyê bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û hedar û aramiyê bide we,
Mesûd Barzanî
29 Tîrmeha 2020an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin