Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li nivîsîngeha xwe pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê Osman Ganimî û şandeke pê re kir.
Di civînê de rewşa ewlekariya Îraqê, metirsiyên terorê, liv û tevgerên DIŞIê li nava Îraq û li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin û tekez li ser giringiya kontrol kirina sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa deriyên sînorî yên Îraqê, hevkarî û hemahengiya navbera wezaretên navxwe yên Îraq û Kurdistanê û rewşa wan deverên ku jiber şerê dijî terorê rastî ziraran hatine hate kirin.
Di dawiya civînê de behsa çend mijarên din yên weke zêdetir kirina hevkarî û hemahegniya navbera her du wezaretên navxwe yên Îraq û Kurdistanê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin