Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihandiye ku piştî salên dûr û dirêj ji alozî û têkdana rewşa Îraqê, niha bi şev û rojek rewşa Îraqê nayê başkirin.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî eşkere kiriye ku demeke dirêje Îraq di warê îdarî de gelek bi tevîlhevî û alozî hatiye îdarekirin, rewşa xizmetgozariyan li Îraqê gelek xirabe.
Mistefa Kazimî gotiye: Em weke hikûmeta nû ya Îraqê hewl bo baştir kirina rewşa Îraqê û pêşkêş kirina xizmetgozariyên baştir bi xelkê didin lêbelê rewşa xirab ya Îraqê bi şev û rojekê nayê başkirin û pêdivî bi demeke dirêj heye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin