Serokwezîrê Îsraîlê huşdarî dide Libnan û hizbulaha Libnanê.
Piştî ku hijmarek çekdarên hizbulaha Libnanê xwestin sînorên Îsraîlê derbas bikin, artêşa Îsraîlê jî deverên sînorî yên Libnanê bordiman kir.
Piştî vê bûyerê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu huşdarî da Libnan û ragihand ku hizbulaha Libnanê bi agirê dilîze.
Netanyahu eşkere kiriye ku berpirsiyartiya her êrîşekê ku ji aliyê Libnanê ve bo ser Îsraîlê were kirin dikeve stûya hizbulahê û vê Îsraîl jî bersifeke dijwar bide êrîşan.
Duhê di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên hizbulahê li ser sînorên navbera Îsraîl û Libnanê pevçûn qewmî bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin