Êrîşî ser navendeke mezin ya heşda şebî hate kirin

tê gotin ku Amerîka êrîşî ser wê navendê kiriye
کوردستان TV
100%

Îşev li Bexdayê teqîneke mezin li cebelxane û navendeke leşkerî ya heşda şebî de çê bû.

Li gor jêderên çapemeniyê îşev dengê çend teqînên mezin li navenda leşkerî ya Seqer ya li taxa Dore ya li Bexdayê hatiye bihîstin.

Rayedar û aliyên ser bi heşda şebî dibêjin ku teqîn jiber bilind bûna pileya germiyê çê bûye lê hinek aliyên din behsa vê yekê dikin ku piştî teqînê balefir û kopterên Amerîkî li deverê geriyan û tê gotin ku balefirên Amerîkî êrîşî ser navenda han ya leşkerî kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.