Birêveberatiya polîsê narkotîk ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên wan karîne di operasiyonekê de dest bi ser 15 kîlo madeyên hişber de bigirin.
Li gor daxuyaniya han madeya destbiserda girtî ji têşeya Kirîstale û bazirgan xwestine derbasî Tirkiyeyê bikin.
Herwiha hate zanîn ku du kes jî hatine girtin ku her du şêniyên bajarokê Qeladizê ne û madeya han bi qaçax ji Îranê derbasî Kurdistanê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin