Mesrûr Barzanî: Kurdistan weke hertim penageheke aram dibe

behsa rewşa penaberên li Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîra Koç û Koçberan ya Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe  ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 26ê Tîrmeha 2020an me pêşwaziya wezîra Koç û Koçberan ya Îraqê Îvan Fayiq kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Koçber û Awareyên li herêma Kurdistanê, afirandina derfetan bo vegerandina dilxwazî ya Koçberan bo warên xwe kir.

Derheqê mijarê de me balkêşande ser wê yekê ku rixmî rewşa dijwar ya abûrî lê hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser mêwandarî kirin ji zêdetir ji yek miliyon û 200 hezar Penaber û Aware û lazime hikûmeta federalî û civaka cîhanî di wê erka han de hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Di berdewamiya civînê de me got ku herêma Kurdistanê weke hertim bi mînakeke geş ya mêwandostî û penageheke aram bo tevahiya wan kesên ku ji tirsa teror, çewsandin û tirsê berê xwe didinê dimîne.

Ji aliyê xwe ve wezîra Koç û Koçberên Îraqê spasiya herêma Kurdistanê kir ku mêwandariya Penaber û Awareyan kiriye û bêyî ti cudat di navbera wan de bike xizmetgozarî pêşkêşî wan kiriye.

Nav hatî amadebûna wezareta xwe jî bo pêşkêş kirina her cure hemahengiyeke pêwîst li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.