Li Serê Kaniyê dîsa teqîn çê bû

teqîn li berdem navendeke leşkerî çê bûye
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyan herî kêm 5 kes hatine kuştin

Li bajarê Serê Kanî ya Rojavayê Kurdistanê yaku ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin, teqînek çê bûye.

Li gor jêderên herêmî di encama teqîna han de herî kêm 5 cîhadî hatine kuştin û 15 cîhadiyên din jî birîndar bûne.

Teqîn bi rêya tirimbîleke bombekirî li navenda bajarê li berdem baregeheke leşkerî ya cîhadiyên Tirkiyeyê pêk hatiye.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî teqîneke din li Serê Kaniyê çê bibû û di encam de hijmareke cîhadî hatibûn kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.