Tirkiye karwaneke din yê cîhadiyan şand Lîbyayê

li bajarê Misrate hatine bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Ew karwana cîhadiyan bi balefireke Efrîqî hatiye şandin.

Peyvdarê artêşa nîştimaniya Lîbyayê ya bi Serokatiya Xelîfe Xefter, Ehmed Mismarî Tirkiye berdewame li ser şandina komên cîhadiyên Sûriyeyê bo Lîbyayê.

Ehmed Mismarî eşkere kir ku Tirkiye ev koma cîhadiyên han bi rêya balefireke ser bi kompaniyeke Lîbî Efrîqî şandiye bajarê Misrate ya Lîbyayê û liwir bicîhkiriye.

Mismarî anî ziman ku Tirkiye berdewame li ser piştîvanî kirina teror û cîhadiyan û Erdogan hewl dide bi rêya kontrol kirina Lîbyayê xewnên xwe bicîh bîne.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.