Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevgera Goranê kir

daxwaza bihêztir kirina yekrêziya navbera aliyên siyasî dike
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina tevgera Goranê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyamê ye;

Organîzatorê giştî yê Goranê birêz Oomer Seyid Elî

Birêzan Endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimaniya Tevgera Goran

Di salvegera yazdeh saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û alîgirên tevgera we dikim, hêviya berdewamî û pêşketinê ji bo we dixwazim.

Tevgera Goran her ji damezrandinê ve li ser destê xwedê jêrazî Newşîrwan Mistefa ku li vê bîranînê silavan ji bo giyanê wî dişînîn û bi bîrtînîn, roleke diyar li qada siyasî da dîtiye, niha jî aliyeke bi bandor û serekiya pêkhateya hikûmet û proseya siyasiya Kurdistane, helwestên wê jî berpirsiyar û xemxorane ne.

Hêvîdarim ev bîranîn geşiyeke zêdetir bide têkoşîna siyasiya tevgera we ya bi navê armancên rewayên gelê me da, ev helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê hevkarî û bihêztirkirina hevxebatî û destgirtina hemû aliyên têkoşerên Kurdistanê bi neguher û armancên niştimanî û berjewendiyên bilindên gelê me ve.

Rewşa nebaş û kêşe û qeyranan ku bi rûyê Kurdistanê girtine, yekrêzî û tebayî û pêkveyiyê ji hemû aliyek dixwazê, heta bikarîn vê qonaxa dijwar derbasbikin, gelê xwe ji qeyran û kêşeyan derbas bikîn, parêzgeriyê li qewareya destûra Herêma Kurdistanê bikîn û hengavên zêdetir ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bavêjîn.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.