Li gor zaniyariyên berdest, duhê bi şev artêşa Tirkiyeyê bi kopterên Kobra û topxaneyên xwe gundê Binkê ya li Heftenînê topbaran kir.
Hate zanîn ku di encama topbaranê de agir bi bax, rez, daristan û goristana gundê ketiye.
Zêdetir ji mehekê ye ku artêşa Tirkiyeyê li Heftenînê dest bi operasiyonek li dijî PKKê kiriye û di çarçoveya operasiyonê de gund û navçeyên curbicur li deverê bordiman û topbaran dike.
Duhê jî endamê konseya Serokatiya PKKê Murad Qereyilan diyar kiribû ku heta niha 20 gerîla canê xwe ji dest dane û 236 leşkerên Tirkiyeyê jî hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin