Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê nû yê Amerîkayê civiyan

amerîka li ser piştîvanî kirina Kurdistanê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller kir.

Di civînê de ku Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdem li gel pîrozbayî kirin li Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê û xwestina hêviya serkeftinê jê re di pîwerdariya nû de, spasiya kar û çalakiyên Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî kir.

Konsulusê nû Yê Amerîkayê Rob Waller jî pêbendiya Amerîkayê bi aramiya Îraq û Kurdistanê û rola herêm, alî û pêkhateyên Îraqê di desthilatê de diyar kir û balkêşande ser piştîvaniya Amerîkayê yên bo hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyan û derbaz kirina qirîzên heyî.

Di berdewamiya civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê bo rola ku bo bihêztir kirina têkiliyan lîstiye kir û jiber ku weke Cîgirê nunerê taybetî yê Amerîkayê li Bexdayê destbikar dibe pîrozbayî li wî kir.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser helwesta Kurdistanê ya bo kar kirin li gel Îraqê bo dabîn kirina aramî û çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê kir.

Geşe pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, kar kirin li gel hevpeymaniya cîhanî, berdewamiya piştîvaniyên Amerîkayê bo Kurdistanê, rola Kurdistanê di aramiya Îraqê de, rewşa deverê, rola komker ya Serokatiya Kurdistanê û bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de mijarên din yên vê civînê bûn.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.