Serokê hikûmetê pêşwazî li serokê tîma lêkolînên navdewletî yê tewanên DIŞIê kir

behsa tawanên DIŞIê hate kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Taybet  û Serokê Tîmên Lêkolînê yên Navdewletî di Tawanên DIŞIê de (UNITAD) Kerîm Ehmedxan kir.

Di hevdîtinê de giftûgo di derbarê amadekariyên dadgehkirin û sizadana tawanbarên rêxistina terorê DIŞIê de hatin kirin.

Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DIŞIê de ronahî xiste ser rêkarên yasayî û teknîkî yên dadgehkirina tawanbarên DIŞIê li ser wan tawanên ku li dijî mirovahiyê kirine. Bi taybetî proseya komkirina belgeyan û dîjîtalkirina arşîvê tawanbarên DIŞIê. Spasiya hevhanegî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de kir.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê tekezî li girîngiya bilezkirina rêkarên dadgehkirina tawanbarên DIŞIê kir, ji ber ku ev dadgehkirin pêngaveke girîng ber bi pêkanîna dadperweriyê ye û rêgirtina li dubarebûna wan di pêşerojê de ye.

Herwaha got: Em amade ne her hevkarî û hevahengiyekê ne û pêwîst e Herîma Kurdistanê beşdariyeke wê ya aktîv di birêveçûna wê dadgeha navdewletî de hebe, ji ber ku Herêm ji cihên din zêdetir bûye qurbaniya destê tawanbarên DIŞIê

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.