Dezgeha xêrxwaziya Barzanî ragihand ku niha li herêma Kurdistanê bi giştî 96 hezar û 99 malbetên Êzidî li herêma Kurdistanê aware ne.
Li gor daxuyaniya DXB hijmara giştî ya kesên ku di nava wan malbetan de dijîn 501 hezar û 422 kesin.
DXB diyar kiriye ku piraniya wan welatiyan di nava 22 kemên li Kurdistanê de dijîn û hijmareke ji wan jî di nava bajar û gundan de dijîn.
Herwiha hate zanîn ku di meha Hezîranê de hijmareke zêde ji wan awareyan dest bi vegerê bo ser warên xwe kirine û hijmara wan weke malbet 701 malbetên û weke kes jî 15 hezar û 976 kesin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin