Îro artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser deverên sînorî yên bo ser pêgehên gerîlayên PKKê, îro careke din çiyayê Bulê û çend gundên derdorê çiyayê li quntarên Qendîlê bordiman kir.
Li gor zaniyariyên berdest netenê çiyayê Bulê belku gundên derdorê vê çiyayê jî hatine bordiman kirin û agireke mezin bi deverê ketiye.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de zaniyarî nehatine bidestxistin lê tê gotin ku ji bilî zirarên madî zirarên din yên bordimanê nebûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin