Proje qanûna dorpêçên ser Tirkiyeyê hate pejrandin

ew duyemîn proje qanûne ku tê pejrandin
کوردستان TV
100%

Proje qanûna sepandina dorpêçên li ser Tirkiyeyê yaku ji aliyê her du baskên demokrat û komariyên civata nuneran ya Amerîkayê ve hatibû amadekirin, hate pejrandin.

Di proje qanûna han de yaku duhê bişev ji aliyê civata nuneran ve hatiye pejrandin, hatiye gotin ku lazime jiber kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400 a Rûsî yaku Tirkiye kiriye, dorpêçên dijwar yên abûrî û siyasî li ser Tirkiyeyê werin sepandin.

Di proje qanûnê de herwiha hatiye gotin ku lazime jibo sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê zextên zêdetir li Serokê Amerîkayê Donald Trump werin kirin.

weke tê zanîn sala derbazbûyî jî Kongrêsa Amerîkayê jî proje qanûneke din bo sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê pejrandibû lê Serokê Amerîkayê hîn jî ev proje îmze nekiriye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.