Birêveberatiya polîsê Hewlêrê belav kir ku hêzên polîs karîne du jin ku di bin navê parsekê de dizî ji malên xelkê kirine binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han, çend welatî hêzên polîs agehdar kirine ku du jin bi hinceta parsekê li malan digerin û dema derfet dikeve destê wan dizî ji malên xelkê dikin.
Piştî wan zaniyariyan hêzên polîs dem û dest operasiyon li dar xistine û karîne kêmtir ji seatekê ew her du jinên ku dizî kirine binçav bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin