Îtlaata Îranê gefa îdam kirinê li girtiyeke siyasî dike

bi tawana kafir û terorîst bûn hatiye cezakirin
کوردستان TV
100%

Li girtîgeha Urmiyeyê gef lê hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, girtiyê siyasî yê Kurd Husên Osmanî ku zêdetir ji 7 salane di girtîgehê deye, beriya çend rojan berpirsên îtlaatê li girtîgeha Urmiyeyê serdana wî kirine.

Ev her sê berpirsên îtlaatê ji Husên Osmanî re gotine ku lazim bû beriya niha biryara îdam kirina te hatiba cîhbicîhkirin lê îdam kirina te hatiye paşxistin.

Berpirsên Îtlaatê herwiha tekez kirine ku biryara îdamkirinê wê were cîhbicîhkirin.

Osmanî 7 sale di girtîgehê deye û bi tawana kafir û terorîst bûn biryara 30 sal zîndanê bo hatiye dayîn lê Osmanî ev biryar red kiriye û li dadgeha bilind doz li dijî biryarê vekiriye lê îtlaat jê re gotiye çi dikî bike emê rê nedin cezayê te were kêmkirin û emê te îdam bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.