Heta niha nêzî 4 hezar kes jiber Koronayê mirine

di nava 24 seatan de 88 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostiya Îraqê dibêje heta niha li Îraqê nêzî 4 hezar kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya Îraqê duhê bi şev belav kir ku heta niha li Îraqê 94 hezar û 693 kes li Îraqê bi Koronayê ketine.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku heta niha li Îraqê bi giştî 3 hezar û 869 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin ku di nava 24 seatan de li Îraqê 88 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 163 kesên din jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.