Kewirê bingehîn ya devera pîşesaziya xûrekê li Dihukê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat danîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî beriya danîna danîna kewirê bingehîn, gotarek pêşkêş kir û ragihand, armanca hikûmetê ew e ku rizqê xelkê Kurdistanê di destê xelkê bi xwe de be.
Mersûr Barzanî herwiha da zanîn ku zêdebarî kirîza aborî û belavbûna vîrusa Koronayê, hikûmet rijd e li ser bicîhanîna pirojeyan.
Ew cihê ku devera pîşesazî ya xorakê lê tê çêkirin, nêzîkî dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl e û rûbera wê jî 1423 donim e. Dê li wir nêzîkî 275 kargehên xorakê bên çêkirin. 229 depo jî dê li wir bên çêkirin bo depokirina berhemên cotkaran.
Ji bilî kargeh û depoyan, dê li wir çend hotêl, motlê û xwaringeh û cihên xizmetguzariyê bên çêkirin.
Bûdceya qonaxa yekem ya pirojeya han, 70 milyar û 128 milyon dînar e ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye dabînkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin