Heta niha zêdetir ji 600 hezar kesan jiber Koronayê canê xwe ji dest daye

hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 606,195 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 140,534 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi 79,488 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 45,385 mirinan Brîtanya tê.

Hîndistan her çiqas bi hêjmara pêketîyên vîrusa korona li cîhanê di rêza sêyan de ye jî li wî welatî hejmara mirinên ji vîrusê 27,497 e.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Çînê heta niha 4,644 kes bi vîrusa korona mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.