Îran welatiyekî xwe bi tawana sîxoriyê darve kir

dibêje sîxorî bo Amerîka û Îsraîlê kiriye
ئێران كەسێك بە تاوانی سیخوری كردن دژ بەقاسم سلێمانی لە سێدارەدا
کوردستان TV
100%

Îro 20ê Tîrmehê desthilata dadweriya Îranê biryara darve kirinê li ser welatiyekî Îranî bi tawana sîxorî kirin bo Amerîka û Îsraîlê, cîhbicîh kirin.

Li gor rayedarên Îranê Mehmûd Kazim Mûsewî ji aliyê desthilata dadweriya Îranê ve bi sîxorî kirin bo Amerîk û Îsraîlê û herwiha dana zaniyariyan li ser liv û tevgerên Fermandarê berê yê artêşa Qudis Qasim Silêmanî yê ku li Bexdayê di destpêka salê de hatibû kuştin hatiye tawanbarkirin û îro jî li Tehranê biryara darvekirinê hatiye cîhbicîhkirin.

Beriya çend rojan jî hin rayedarên Îranî eşkere kiribûn ku du welatiyên Îraqî jî destê wan di sîxorî kirin li dijî Qasim Silêmanî de hebûye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.