Agir bi daristanên Hewramanê ket

şêniyên deverê bo xwe agir temirandine
کوردستان TV
100%

Duhê şeme agir bi daristana navbera sê gundên Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê ket.

Li gor jêderên taybetî ji Hewramanê, duhê agireke mezin bi daristanên navbera her sê gundên Riwar, Zom û Esperêz ya li Hewramanê ber bûye, şêniyên wan gundan daxwaz ji hêzên vemirandina agirê kirine daku biçin û agirê vemirînin lêbelê ev hêz amade nebûne biçin deverê û agirê vemirînin lewre şêniyên wan her sê gundan bi hevre karîne agirê temrînin.

Hate zanîn ku jiber agirê beşeke zêde ji daristanan li nêzî gundê Esperêzê hatine şewitîn.

Hîn jî sedema agir berbûnê anjî kê, kî agir bi daristanê berdaye nehatiye zelalkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.