Duhê zozanên Pîranşarê ji aliyê spaha Pasdaran ve hatine topbarankirin.
Di derbarê bûyerê de malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê pasdarên Îranê deverên sînorî yên bajarê Pîranşarê dane ber topan û hawanan.
Li gorî agahiyan, ji ber wê topbaranê welatiyekî kurd ku li ber pezên xwe bûye, giran birîndar bûye û bo derman kirina bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin lê li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.
Ew welatiyê ku ji ber topbarana Îranê hatiye kuştin, xelkê gundê Bazirgan yê Pîranşarê bûye û navê wî jî Resûl Bakend bûye.
Hefteya derbazbûyî li Serdeştê dîsa şivaneke din yê Kurd bi destê pasdarên Îranî hatibû kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin