Mistefa Kazimî sibê diçe Siûdiyeyê

behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Îraq û Siûdiyeyê dikin
کوردستان TV
100%

Biryare sibê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Siûdiyeyê bike.

Di vê derbarê de balyozê Îraqê yê li Siûdiyeyê Qehtan Cenabî ragihand ku îro yekşem wezîrê darayî û Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Elî Elawî bi mebesta temam kirina amadekariyên pêwîst yên bo serdana Serokwezîr Mistefa Kazimî bo Siûdiyeyê, gehêştiye Siûdiyeyê.

Cenabî eşkere kir ku roja duşemê (sibê) Mistefa Kazimî serdana Siûdiyeyê dike û li gel rayedarên vê welatî dicive û behsa têkiliyên navbera her du aliyan û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han dikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.