Boriya petrolê li Îranê hate teqandin

bûyer li Başûrê Îranê qewmiye
تەقینەوەیەكی دیكە لە ئێران روویدا
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê duhê êwarê li bajarê Ehwazê ya li Başûrê Îranê boriya petrolê hatiye teqandin.

Medyaya Îranî belav kir ku duhê êwarê li devera Xormûsa ya li Ehwazê boriya petrolê hatiye teqandin û agir bi boriyê ketiye.

Heta niha derbarê zirarên canî û madî de ti zaniyarî nehatine belavkirin û nehatiye zelalkirin ka gelo ev borî çawe anjî ji aliyê kê, kî  ve hatiye teqandin.

Weke tê zanîn ev meheke ku li Îranê teqînên gelek mezin çê dibin û bûyerên mezin yên agir pêketinê jî çê dibin û car herî dawî beriya sê rojan bû ku li Bendera Bûşehir agir bi keştiyan ketibû û Îran diyar kiribû ku destê Amerîkayê di bûyerê de heye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.