Amerîka: Tirkiye zêdetir ji 3 hezar cîhadî şandiye Lîbyayê

dibêje pere û nasnameya welatî bûna Tirkiyeyê daye wan cîhadiyan
کوردستان TV
100%

dibêje nasnameya welatîbûna Tirkiyeyê daye wan.

Wezareta berevaniya Amerîkayê yaku bi The Pentagon jî tê nasîn, belav kirk u Tirkiye bo piştîvanî kirina Serokê hikûmeta wîfaqa nîştimanî ya Lîbyayê Feyaz Serac heta niha 3 hezar û 800 cîhadiyên Sûriyeyê yên ku li Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin piştîvanî kirin, şandiye Lîbyayê.

Di raporta wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku Tirkiye pere û nasnameya welatîbûna Tirkiyeyê daye wan cîhadiyan ku ji Sûriyeyê bo Lîbyayê hatine şandin.

Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ji bilî wan cîhadiyan, hijmareke geleke zêde welatiyên Tirkiyeyê jî weke leşkerên bipere bo Lîbyayê hatine şandin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.