Proje qanûnek bo sepandina dorpêçan radestî civata nuneran hate kirin

dibêjin S400 bo ser asayîşa nîştimaniya Amerîkayê metirsiyeke gelek mezine
کوردستان TV
100%

Hijmareke endamên civata nuneran ya Amerîkayê ji her du partiyên demokrat û komariyan, proje qanûneke nû dan civata nuneran.

Di proje qanûna han de senatorên demokrat û komarî daxwaz ji civata nuneran û kongresa Amerîkayê kirine ku jiber kirîna pergala berevaniya mûşekî ya S400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyeyê ve, dorpêçên gelek dijwar yên abûrî û siyasî biser Tirkiyeyê de bisepînin.

Di proje qanûnê de hatiye eşkerekirin ku kirîna S400an, metirsiyeke gelek mezine bo ser asayîşa nîştimanî ya Amerîkayê lewre nabe Amerîka li hember Tirkiyeyê bêdeng be.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.