Rêveberiya Rojava: MÎTa Tirkiyê malbateka DIŞIê ji kampa Holê revand

birine Tirkiyeyê û pişt re jî şandiye welatê xwe
کوردستان TV
100%

Rêveberiya xweser ya Rojavayê Krudistanê ragihand, malbateka DIŞIê li nav kampa Holê ji aliyê Tirkiyê ve hat revandin. MÎTa Tirkiyê jî wê yekê piştrast dike.

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, jineka DIŞIê bi zarokên xwe ji nav kampa Holê ya Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve hat revandin.

Rêveberiya Rojava daye zanîn, revandina malbatên DIŞI ji aliyê Tirkiyê ve nîşan dide ku dewleta Tirkiyê piştevaniya DIŞIê dike û dixwaze ewlehiya deverê bixe metirsiyê.

Duhê wezareta berevanî ya Tirkiyeyê belav kiribû ku di encama operasiyoneke taybet ya MÎT Tirkiyeyê de ev jinka DIŞIê ji kempa Holê hatiye derxistin û pişt re bo Tirkiyeyê hatiye veguhastin.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.