Hevdem li gel guhertina demografiya Efrînê, ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, dizî kirin jî li Efrîna Kurdistanî berdewame.
Li gor jêderên herêmî, ev demêke ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê karên xwe yên dizî kirinê zêdetir kirine û berhemên Cotkarên Kurd yên li gundê Efrînê didizin û dibin Tirkiyeyê.
Malpera Efrînpost belav kir ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê duhê êrîşî ser Cotkarên gundê Dêrwîş kirine û simaqên Cotkarên gundê dizîne û birine Tirkiyeyê.
Weke tê zanîn beriya niha jî smaqên 5 gundên din yên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatibûn dizîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin