Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian kir.
Di civîneke dostane de Serok Barzanî û Jean-Yves Le Drian behsa têkiliyên navbera Franse, Kurdistan û Îraqê, pêşhatên dawî yên siyasî û abûrî, liv û tevgerên DIŞIê û qirîzên ku jiber Koronayê rastî Kurdistan û Îraqê hatine kirin.
Piştîvaniyên berdewam yên Franseyê ji mafên reva yên gelê Kurd û rola girîng ya Franseyê ya di şerê dijî terorê de çend mijarên din yên civînê bûn.
Di civînê de Jean-Yves Le Drian kêfxweşiya xwe bû dubare serdan kirina Kurdistanê û dîtina Serok Barzanî diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin