Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku duhê li bajarê Hesekê rû da, daxuyaniyeke niviskî weşand û got ku di teqîna ku çê bûye ti mudaxaleyek ji derve nîne..
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Îro êvarî (15'ê Tîrmehê 2020) depoyeke çek û madeyên teqemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê teqiya. Ev teqemenî bermehiyên şerên dawî yên li dijî terorîstên DIŞI'ê bûn. Teqîn di encama temasa kehrebeyê rû da. Ji ber teqînê tenê ziyanên madî çêbûn.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahiyên ku dibêjin teqîn ji ber balafireke dijber rû daye, diderwînin. Em ji gelê xwe û raya giştî re dibêjin ku armanca belavkirina agahiyên ne rast afirandina aloziyê û têkbirina ewlehiyê ye."
ANHA
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin