Hesabên gelek kesên navdar hatin hackkirin

hesabên gelek siyasetmedar, karsaz û zengînan hatine hackkirin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev hesabên gelek kesên navdar yên cîhanê hatin hackkirin.

Li gor çapemeniya cîhanê, duhê bi şev hijmareke gelek zêde hesabên kesên navdar yên cîhanê, weke siyasetmedar, hunermend û karsaz ji aliyê komeke hacker ve hatine hackkirin.

Hacker bi rêya vê operasiyona xwe karîne gelek pere bidest bixin û li ser navên kesên navdar bazirganî bi pereya dîcîtal kirine.

Piştî bûyerê kompaniya Twitterê daxuyaniyek weşand û ragihand ku komeke hacker karîne xaleke lawaz ya sîstema ewlekarî ya twîtterê keşif bikin û bi vê rengî êrîşî ser hesabên kesên navdar bikin.

Hesabên kesên weke Jeo Biden, Barack Obama, Bill Gates û çend kesên din hatine hackirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.