18 welatiyên din canê xwe ji dest dan

heta niha 370 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê amarên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Wezareta tendirostî ya Kurdistanê duhê bi şev daxuyaniyek weşand û têde amarên dawî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatên derbazbûyî de li Kurdistanê 238 welatî bi Koronayê ketine û 18 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi vê awayî hijmara wan kesên ku li Kurdistanê bi Koronayê ketine bû 10 hezar û 114 kes û hijmara wan kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest dane bûye 370 kes.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.