Civata wezîran çend proje qanûnên din pejrand

proje qanûnên reforman û tapo kirinê hatin pejrandin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 15ê Tîrmehê bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di rojeva yekem ya civînê de wezîrê darayî û abûrî  di çarçoveya pêngavên piratîkî yêncîhbicîh kirina qanûna reforman de, bername û peyreva navxwe ya taybet bo sendoqa teqawîdiya karmend û fermanberên herêmê pêşkêş kir.

Civata wezîran bi piraniya dengan ew bernameya han pejrand. Mebesta sereke ji sendoqê gerentî kirina mafên teqawîkiriyên herêma Kurdistanê de di tevahiya warên erk û pîwerdarî de. Li gor bernameya han dahata sendoqê tenê bo maf û şayîsteyên darayî yên teqawîdkiriyan tê mesrefkirin û civateke taybet ya birêvebirinê ya vê sendoqê dibe ku ji nunerên wezaretên têkildar pêk tê.

Di berdewamiya civînê de Sekreterê civata wezîran di çarçoveya bernameyên taybet bi cîhbicîh kirina qanûna reforman, bernameya taybet ya bo şert û mercên damezrandinê bi pileyên birêveberên giştî û bi ser ve, bi liber çav girtina mercên giştî yên damezrandinê li dezgehên fermî, pêşkêş kir.

Piştî nîqaş û giftûgoyeke berfire, bi piraniya dengan bernameya han jî hate pejrandin û mebesta sereke ji vê bernameya han jî li berçav girtina hebûna dîplome, şarezayî, psporî û jêhatî bûna wan kesaye ku pileyên han ji wan re tên dayîn û xudan rola Serkirdatiya îdarîne di birêvebirina erk û çalakiyên wezaretan weke kesên pîşeyî û teknokorat.

Di beşeke din ya civînê de behsa qanûna firotin û biîcar dana milkên dewletê hate kirin û wezîrê herêmê bo karûbarên parlementoyê proje qanûna taybet bi vê mijarê pêşkêş kirin û proje qanûna han jî bi piraniya dengan hate pejrandin.

Piştre pêşniyara hevbeş ya her du wezaretên şaredarî û torîzmê û wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya derbarê cîhbicîh kirina mafê nizîkatî kirin li ser erdên çandiniyê hate rojevê û biryar li ser hate dayîn.

Ev pêşniyara han bi hijmara 1 ya sala 2008an taybete bi qerebû kirina Cotkarên ku xudan wan mercanin ku di qanûna nav bûrî de hatine diyarkirin lê heta niha karûbarên taybet bi qerebû kirinê cîhbicîh nekirine. Vê piştî wenêrîneke hûr û kûr bo pişt rast bûn li ser vê ku gelo xudan mercên qanûnî ne an na. bi vê rengî kêşeya beşeke gelek zêde ya wan welatiyan tê çareserkirin ku bi şêwazê kart û li gor şayiste bûnê (mafdarbûn) erd anjî zemîn di salên derbazbûyî de ji wan re hatiye dayîn lê heta niha li navendên tapoyê, tapo bi navê xwe nekirine. Herwiha ev porje qanûn derfet dide wan welatiyên ku ji projeyên nîştecîhbûnê xanî kirîne daku ev xaniyên han bi fermî li ser navên wan werin tapokirin û bo vê yekê wezîrên şaredarî û torîzmê, çandinî û çavkaniyên avê û wezîrê dad hatin pîwerdarkirin daku di cîhbicîh kirina karûbarên qanûnî yên welatiyan de lezê bikin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.