Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî îro derbarê gomrukan de fermandeke nû da zirêvanên gomrukên Îraqê.
Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokwezîriya Îraqê Kazimî ji zirêvanên gomrukên Îraqê re ferman daye daku bi her awayî berevanî ji gomrukan bikin û rê nedin ti kes û hêzek bi ti awayî derbazî nava gomrukan bibe.
Ev ferman îro bo zirêvanên gomrukên benderên Îraqê hatiye derkirin.
Kazimî herwiha eşkere kiriye ku tevahiya gendelkaran di bin çavdêriyê dene û zaniyariyên hûr li ser kesên ku li benderan gendelkariyan dikin di destê wan dene û vê ew kesên han werin girtin û darizandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin