Şer didome û Tirkiye jî gefan li Ermenistanê dixwe

generalekî Azerî hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Şerê navbera Ermenistanê û Azerbayicanê didome û Tirkiye jî gef li Ermenistanê kir.

Şerê navbera artêşa Ermenistan û Azerbayicanê ku ji yekeşma derbazbûyî destpê kiriye hîn jî didome.

Derbarê hijmara kuştiyên her du aliyan de amarên cuda cuda hatine belavkirin, tê gotin ku hetaniha zêdetir ji 14 leşkerên Azerî ku di nava wan de Generalek jî hebûye hatine kuştin.

Lê Azerbayica ev yek red dike û dibêje me 100 leşkerên Ermenî kuştine.

Li gel dom kirina şerê navbera wan du welatan, di rojên derazbûyî de her yek ji Serokkomarê Tirkiye û wezîrê derve yê Tirkiyeyê gef li Ermenistanê kiribûn û gotibûn ku Tirkiye bi tevahiya hêza xwe ve piştîvaniya Azerbayicanê dike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.