Welatiyekî Ereb li Hewlêrê canê xwe ji dest da

hîn jî cenazeyê wî nehatiye derxistin
کوردستان TV
100%

Hêzên hawar hatinê yên li Hewlêrê ragihandin ku duhê danê êwarê ciwanekî temen 19 sal di nava ava rûbarê de xendiqiye û canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya han, ew ciwanê han xelkê Başûr û naverasta Îraqê ye, duhê li qezaya Xebat ya ser bi Hewlêrê bi mebesta avjeniyê xwe avêtiye nava rûbarê lê xendiqiye.

Heta niha cenazeyê wî ji nava avê nehatiye derxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.