Lîbya rê da Misirê ku leşkeran bişîne Lîbyayê

Misir bo destwerdana leşkerî amadeye
کوردستان TV
100%

parlementoya Tobruk ya li Lîbyayê yaku general Xefter Serokatiya hikûmeta wê dike, biryareke nû derbarê şerê Lîbyayê de der kir.

Parlemento, duhê bi şev di civînê xwe de rê da Misirê ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike.

Parlementoyê daxwaz ji Misirê kiriye ku eger çekdarên Tirkiye û hikûmeta Feyaz Serac êrîşî ser Sêrte kirin vê demê Misir jî dikare bo parastina asayîşa xwe û Lîbyayê leşkerên xwe bişîne Lîbyayê û destwerdana leşkerî bike.

Beriya niha Serokkomarê Misirê gotibû ku Sêrte xeta sor ya Misirê ye û her cure êrîşek bo ser Sêrte bi wateya êrîş kirine ser Misirê ye û vê Misir bersifa her cure êrîşekî bide.

Ji aliyeke din ve duhê jî Yekîtiya Ewrûpayê destwerdanên leşkerî yên Tirkiyeyê û şandina çekdar û locistîkê ji aliyê Tirkiyeyê ve bo Lîbyayê şermezar kiribû.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.