Navenda mafên mirovan ya Efrînê belav kir ku komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve 12 Xwendekarên Kurd revandine.
Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Efrînê, 12 xwendekarên Kurd û du mamoste ku bo beşdarî kirin di ezmûnên pola 9 û 12ê serdana Helebê kiribûn, di dema vegerê bo Efrînê li Ezazê ji aliyê koma cîhadî ya bi navê Cebhe Elşamî ve hatine revandin.
Koma cîhadî tawana hebûna têkilî li gel rêveberiya xweser daye ser wan xwendekar û mamosteyan.
Heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn ji roja yekem ya dagîrkirina Efrînê heta îro rojane komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve welatiyên Kurd direvênin û bo azadkirina wan jî daxwaz pereyan dikin.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin