Santrala elektirîkê ya Xebatê bi amadebûna Serokwezîr kete kar

ji sedî 10 elektirîkê Kurdistanê dabîn dike
کوردستان TV
100%

Merasîma destbikar kirina beşa duyem ya santrala elektrîkê ya Xebat bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî destpê kir.

Di merasîmê de li gel Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr, hejmarek berprisên herêma Kurdistanê û biyanî jî amade ne. Di merasîmê de parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî gotarek pêşkeş kir û ragehand, ew santral sedî 10ê elektrîka herêma Kurdistanê dê dabîn bike û projeyekî stratejîk a herî giring a herêma Kurdistanê ye.

Piştî gotara Parêzgarê Hewlêrê, wezîrê elektirîkê û Konsulusê Koreya Başûr jî gotara xwe pêşkêş kirin û pişt re jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku di nava hefteyekê de ev duyemîn projeya girîng û steratejîke ku tê vekirin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir dabîn kirina elektirîkê bo nûjen kirina jêrxana Kurdistanê gelek girînge.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî û xizmet kirina xelkê Kurdistanê.

Serokwezîr di dawiya gotara xwe de dîsa daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir daku pêbendî şîret û rêkarên xweparêziyê bin û got: Tevahiya rêkar û şîretên tendirostî yên ku hatine derxistin bo parastina selametiya xelkê ne û em daxwaz ji xelkê dikin ku bo parastina selametiya xwe pêbendî şîret û rêkaran be.

Projeya 300 MW ya Xebatê ji sedî 10 elektirîkê Kurdistanê zêde dike, ew santrala han bi helêm kar dike lewre navê wê santrala helmî ya Xebatê ye û bo çêkirina santralê bi giştî 40 miliyon dolar hatiye dabînkirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.